
Hêzên Çekdar û serbazên Ermenîstana serbixwe zarokên rast ên welatê xwe ne, yên ku bi wêrekî û mêrxasîya xwe derdikevin pêş. Di vê derbarê de li ser rûpela Facebookê ya Balyozxaneya Rûsyayê ya li Ermenîstanê notek hat kirin.
“Ew berdewamiya serbilind a kevneşopiyên leşkerî yên birûmet ên nifşa lehengên Şerê Mezin ê Welatparêz in. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Wefadarî û xizmeta wan a bênavber, bê zêdegavî garantiya sereke ya aştî û bextewariya welat e.”
Balyozxane dide zanîn ku hevkarîya bi bandor a hêzên çekdar ên Rûs û Ermenîstanê di cîhaneke tevlihev, ku bi lez û bez diguhere û tijî kêşeyên cûrbecûr e, parçeyek bingehîn a tevaya kompleksa têkiliyên hevalbendên Rûs-Ermenî ye. Hevkariya stratejîk a dualî di warê leşkerî de roleke sereke di parastina berjewendî û serweriya neteweyî ya her du welatan de dilîze.