
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand awarên li ser çiyayê Şingalê.
Berpirsê ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Şingalê, Pîr Deyan ji BasNewsê re got, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî me alîkarî gihand awarên êzîdî li gundên Milka, Kersê, Kolka û Serê Kaniyê. Berî çend rojan jî me alîkarî gihandibû awarên kampa Serdeşt li ser çiyayê Şinaglê.
Pîr Deyan her wiha got, ew alîkariyên ku me gihand awareyan, bo her malekê 50 kîlo ard û 40 lîtir nefta spî bû. 1500 malbat ji vê alîkariyê sûdmend bûn.
Wî berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî anî ziman jî, li ser çiyayê Şingalê berfek zêde bariye û aware tengav bûne loma çavê wan lê ye alîkariya wan bê kirin. Em jî bi hawara wan çûn, wek çawa di demên borî de jî em bi hawara wan çûne.