All NewsTop

300 malbatên ku di sala 2014’an de li Şengalê di bin bandora DAIŞ-ê de mabûn wê tazmînatê bistînin

Komîteya Danûstandina bi dayîna tezmînata qurbaniyên êrîşên koma terorîst DAIŞ-ê di Tebaxa 2014’an de destpêkirina dayîna tazmînatê li nêzî 300 qurbaniyên li navçeya Şengal ragihand. Li angora karmendê evê komîteyê Muhemmed Mûçe dê mûçeyên ewan qurbanîyan bihên veguheztin ewên ku dokument bi daxwaza qerebûkirinê pêşkêş kirine û ev ên han jî ew in, ku xanîyên wan, dukanan û otomobîlên wan ji alîyê terorîstan ve hatine wêrankirin.

Hê jî hêvî heye ku mîqdarên tazmînatê di sala 2022 ‘an de li dadgehê bi awayekî adilane werin belavkirin.
Mîqdara tezmînatê û çiqas malbatên Êzidî wê tazmînatê bistînin, çavkanî nîşan nade.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button