PoliticsTop

Li gorî me, Tirkiye jî nêzîkatiya destpêkirina diyalogê bi Ermenistanê re bêyî şert û merc hevpar e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê Vahan Hûnanyan ji Armenpressê re got, Ermenistan pêşbînî dike ku di encama pêvajoya diyalogê ya bi Tirkiyê re, têkiliyên dîplomatîk di navbera Ermenistan û Tirkiyê de bêne danîn û sînorên di navbera her du welatan de bêne vekirin.

Hunanyan beriya civîna yekem a şandên taybet yên Ermenistan û Tirkiyê ku biryar e di 14ê çile de were lidarxistin, tekez kir, ku hikûmeta Tirkiyê jî li gor nêrîna aliyên ermenî, nêzîkatiya destpêkirina diyalogê bêyî şert û merc hevpar e.

“Bendewariyên Ermenistanê ji wê diyalogê, bi rastî jî wek wan in ku ji destpêka salên 1990’î vir ve bûn. Em li bendê ne ku di encama pêvajoyê de têkiliyên dîplomatîk yên di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê de bên avakirin. Sînorê di navbera her du welatan de ku di destpêka salên 1990’î de ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî yekalî hatibû girtin, wê bê vekirin”: got Hûnanyan.

“Komara Ermenîstanê her tim diyar kiriye ku ew amade ye bêyî şert û merc têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re asayî bike. Di vî warî de divê ez bêjim ku nêzîkatiya Ermenistanê neguheriye, heman helwest di programa sala 2021-2026 ya hikûmeta Komera Ermenistanê de jî xuya dike”: xeberdana xwe de got Hûnanyan.

Hunanyan her wiha got, civîna nûnerên taybet ên Ermenistan û Tirkiyê li Moskowê dê ji aliyê Rûsyayê ve were lidarxistin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button