
Di 11 mehên sala 2021ê de 816 hezar û 660 tûrîst hatine Ermenistanê. Komîteya Tûrîzmê ya Komera Ermenistanê ji Sputnik Ermenîstanê re ragihand ku herikîna bi giranî ji Rûsya, Îran, Gurcistan û Ştatên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Bi taybetî ji Rûsyayê 375 hezar û 930, ji Îranê 85 hezar û 310, ji Gurcistanê 57 hezar û 713 û ji Amerîkayê jî 30 hezar û 494 kes serdana Ermenistanê kirine. Di warê tûrîzmê de meha herî serkeftî meha tebaxê bû ku 143168 tûrîst hatin Ermenistanê. Ya herî pasîf çile ye. Di wê mehê de 23 hezar û 345 kesan serdana welatê me kirin.