All NewsPoliticsTop

Qazaxistanê bêyî ku tevlî Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf dikaribû aloziyan çareser bikira. Blînkên

Dewletên Yekbûyî di wê baweriyê de ye ku rayedarên Kazaxistanê bêyî tevlêbûna Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bi serê xwe dikarin aloziyan çareser bikin. Li gorî nûçeya Armenpressê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Ênthonî Blînkên di civîneke çapemeniyê de ev tişt got.

“Derbarê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de, li vir pirsên me li ser daxwaza [Qazakistan] hene, çima daxwazek wiha hatiye kirin, em hewl didin ku li ser vê mijarê bêtir agahdarî bi dest bixin. Ez wisa difikirim ku desthilatdar û hukûmeta Qazaxistanê, bê şik, potansiyela wê heye ku bi rewşê re mijûl bibin, mafên xwepêşanderan biparêzin û di heman demê de aramiyê biparêzin. “Ji ber vê yekê, ne diyar e ku çima hewcedariya wan bi piştgiriya derve heye,” Blînkên got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button