
Tê payîn ku di meha kanûna paşin de yekemîn civîna nûnerên taybet ên Ermenîstan û Tirkiyeyê pêk were. Li gorî nûçeya RIA Novosti, ev yek ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mlut Çavuşoglu ve hatiye ragihandin.
“Civîna ewil a nûnerên taybet ên ku hatine tayînkirin wê di meha kanûna paşin de bê kirin.”- Çavuşoglu li Enqereyê got.
Û wî got jî ku dê di rojên pêş de geştên asmanî yên di navbera Erîwan û Stenbolê de bêne vekirin.
Em bînin bîra xwe ku di navbera Ermenistan û Tirkiyê de ti têkiliyên dîplomatîk nînin. Di sala 2009an de li Zürichê wezîrên karên derve yên her du welatan protokolên avakirina peywendiyên dîplomatîk îmze kirin, lê ew belge nehatin pejirandin.