SocietyTop

Îran sînorên bi Ermenîstanê û welatên din yên cîran re ji ber belavbûna cureya Omîkron girt

Li gorî biryara hikûmeta Îranê, ji ber metirsiya belavbûna cureya omîkron a vîrusa koronayê dê 15 rojan sînorê bejayî yên ligel welatên cîran were girtin.

Berdevkê gumrika Îranê Seyîd Rûhûlah Letîfî ragihand: “Ji bo rêgirtin li belavbûna şefata omîkronê, ji îro pê ve sînorên bejayî yên bi welatên cîran re bo 15 rojan tê girtin.”

Ji bilî sînorê Ermenîstanê, sînorên Tirkiye, Iraq, Afganîstan, Azerbeycan û Pakistanê jî girtî ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button