PoliticsTop

Ermenistan ne li dijî îmzekirina “peymana aştiyê” ye: Paşînyan

Serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna çapemeniyê ya înternetê de got ku Ermenistan ne li dijî îmzekirina “peymana aştiyê” ya bi Azerbaycanê re ye.

Li gorî Paşînyan, Ermenîstan dixwaze “peymana aştiyê” biqede û li ser wê dest bi muzakereyan bike.

“Hevserokatiya Koma Mînskê herî dawî rojeva muzakereyê pêşniyar kir ku yek ji xalên wê jî mijara çareseriyeke aştiyane û berfireh bû”-got Paşînyan.

Wî teqez kir ku Ermenîstanê red nekiriye, red nake ku li ser wê mijarê biaxive.

Paşînyan eşkere kir: “Eger me ragihandibe ku em dixwazin li herêmê, ji bo welat û herêma xwe serdemeke geşepêdana aştiyane vekin, dûrxistina peymana aştiyê ne bifêhm e.

Paşînyan got: “Peymana aştiyê yek ji armancên me yên bihêz e”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button