SocietyTop

Ji bo zarokê sêyem û her nûbûyî paşê wê, wê mehê 50 hezar dram bê dayîn

Ji malbata re bona her zarokê sêyamîn û her nûbûyî paşê wê, heta ku zarok bibe 6 salî mehê 50.000 dram tê dayîn.

Ev pêşniyara Wezareta Karûbarên Civakî îro di rûniştina hikûmeta Komera Ermenistanê de hat daxûyankirin.

Wezîr Narêk Mkrtçyan dema pêşkeşkirina projeyê got, “Biryara ku zarok di 1’ê Çileya 2022’an de yan jî piştî wê ji dayik bûye, heta 31’ê Kanûna Pêşîn a 2026’an dê derbas bibe.”

Wezîr da zanîn ku ew terxan berî niha di bûdceya dewletê ya sala 2022an de hatine pêşbînîkirin.

Divê were zanîn ku li gorî rêziknameyên qanûnî yên li Komara Ermenistanê di meriyetê de ne, di bûyera bûyîna zarokek de, tenê tezmînata dewletê ya yekcar tê dayîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button