PoliticsTop

Nîkol Paşînyan got wê kengê rêya hesinî ya Ermenistan-Azerbaycanê were vekirin

Serokwezîrê Komera Ermenistanê di serdana xwe ya Gurcistanê de behsa vegerandina peywendiyên rê bi Azerbaycanê re kir.

Di rûniştina 11emîn a Komîsyona Hevkariya Aborî ya Navdewletî ya Ermenistan-Gurcistanê de, Serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser vekirina rêyên herêmî axvî.

Li gor daxuyaniya ofîsa serokwezîr, Paşînyan tekez kir ku rêya Kendava Farsê- Derya Reş du projeyên rê û rêya hesinî hene.

Li gorî wî, Ermenîstan ji bo geşkirina rêya otomobîlan rêya Bakûr-Başûr ji sînorê Ermenistan-Gurcistanê heta sînorê Ermenistan-Îranê çêdike.

“Ez dixwazim bala we bikşînim ser wê yekê ku heger em bi Azerbeycanê re li ser rêyên ragihandinê yên Azerbaycan-Ermenîstanê bigihêjin rêkeftinekê, ev proje wê gelek bê guhertin û bibe rêyek Bakûr-Başûr, Rojhilat-Rojava”,-axavtina xwe de got Paşînyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button