
Rûniştina komîsyona hevkariyên aborî ya navbera hikûmetên Ermenistanê-Rûsyayê wê bi hevserokatiya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk li Yêrêvanê wê bê derbaskirin.
Rûniştina 20amîn a komîsyona hevkariya aborî ya navbera hikûmetên Ermenistanê-Rûsyayê wê di navbera 21-22’ê kanûnê de bê derbaskirin. Di 21ê kanûnê de di asta pisporan de gotûbêj hatin kirin û sibe 22ê kanûnê jî dê bi serokatiya cîgirên serokwezîrên her du welatan rûniştin bê derbasikirin. Hevserokên komîsyona nav-hikûmetê cîgirê serokwezîrê Komera Ermenistanê Mhêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk in.