
Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl li ser rûpela xwe ya Twitterê derbarê vegera 10 girtiyên Ermenî yên şer bo welatê xwe nivîsî.
“Em bi germî pêşwaziya azadkirina 10 girtiyên ermenî ji aliyê Bakûyê ve dikin, ku biryara wê li Brûsêlê di encama gotûbêjên ligel Serokomarê Azerbaycanê û Serokwezîrê Ermenistanê de hatiye dayîn.
Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê ji bo Kafkasya Başûr Toyvo Klaar jî pêşwazî li vegera leşkerên Ermenî ya ji bo welatê xwe kir.
Navên ermeniyên ku vegeriyan Ermenîstanê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê ve hatin eşkerekirin.