PoliticsTop

Biryara Dîwana Edaletê ya Navnetewî bandoreke berçav li ser Azerbaycanê kir. Yêxîşê Kîrakosyan

Nûnerê Komara Ermenîstanê yê li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê Yêxîşê Kîrakosyan, pêwîst dibîne ku ji bo vegerandina êsîran zextê li Azerbaycanê bike ku hemû mekanîzmayên navneteweyî bikar bînin.

“Ji destpêka şer û vir ve, me li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek tedbîrên demkî yên derbarê parastina mafên girtiyan de tomar kirin. Mixabin xwenîşandana aliyê Azerbaycanê di van pêvajoyan de bi awayekî pêşbînîkirî berovajî biryarên dadgehê ye, ji ber ku ew bi berdewamî wedê hatne kivş kirin binpê dikin û kêm agahî didin. Kîrakosyan got, “Li Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî jî pêvajo heye û li wir biryareke me ya zêde heye”.

“Bi baweriya min biryara dawî ya Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî bandoreke berçav li ser reftarên Azerbaycanê kir. Kîrakosyan got û zêde kir: “Ez difikirim ku divê gavên bi vî rengî bi berdewamî  berdewam bikin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button