PoliticsTop

Cîgirê serokwezîr Mhêr Grîgoryan li Brûsêlê bi Komîserê Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kir

Cîgirê  serokwezîr Mhêr Grîgoryan ku ji bo serdaneke xebatê li Brûsêlê ye, bi Komîserê Berfirehkirin û Polîtîkayên Cîrantiya  yê Ewropayê Olîvêr Varheî re hevdîtin kir.

Gotûbêjan li ser bernameyên ku di çarçoveya Plana Aborî û Veberhênanê ya Yekîtiya Ewropayê de hatine pêşxistin, gotûbêj kirin û her du aliyan tekezî li ser xebatên hevbeş kirin ji bo misogerkirina destpêkirina wan di zûtirîn dem de.

Cîgirê  serokwezîr xebatên ku ji aliyê hikûmeta Komara Ermenîstanê ve li ser rêgezên cuda hatine kirin pêşkêşî Komîserê Yekîtiya Ewropayê kir. Her du aliyan pêşketinên di warê pêşxistin û cîbicîkirina bernameyan de bidest xistine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button