CulturePoliticsTop

Gelo biryara DMMEê wê xaçkarên Ermenîstanê ji êrîşên ûdîyan û Azerbeycanê biparêze?

Rêberê olî yê civata ûdî, Robêrt Mobîlî, gelek caran dibêje ku xaçkar û peykerên Hedrûdê ne Ermenî ne. Bi nivîs û gotarên curbecur teza maşîna propagandaya Azerbaycanê ya ku dibêje ew xaçkar Afxanî ne, belav dike. Li gorî pisporê xaçekar, hunermendê rûmetê yê çanda Ermenîstanê Argam Ayvazyan, têza Mobîlî ne zanistî ye.

“Xaçkar di edebiyata zanistî ya cîhanê de jî bi vî rengî, bi navê ermenî – xaçkar tê bikaranîn. Bi tenê nirxeke çanda Ermeniyan e. Azerbaycanê di van 40-50 salên dawî de hewl dide vê têzê derxîne pêş, wan xaçkar tenê wekî xaçdaş wergerandine. Ne mimkûn e ku meriv xaçkara ermenî, xaç bi xaçkara exvanî an ûdî re tevlihev bike, ji ber ku xaçkarên ûdî an exvanî bi tenê nînin. Ev tenê têzek e ku ji hêla zanyarên Azerbaycanê ve hatî dayîn, ku ûdî Xiristiyan in, wan dikaribû xaçkarên weha biafiranda, lê ew bi tevahî li dijî zanistî ye”:  dibêje  Argam Ayvazyan

Azerbaycanê ji dema Sovyetê ve gotarên înkarkirina ermenîbûna xaçkarên ermenî diweşîne. Îro jî bi saya propagandayên piştî şoreşê ew welat karîbû wek endamê Komîteya Parastina Çandê ya UNESCOyê bê hilbijartin. Li gorî Ayvazyan, gavên dijberî yên Ermenîstanê yên li ser platformên zanistî ne bes in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button