PoliticsTop

Rakirina pêşgirtinî û veqetandina peywendiyên herêmî mijarên cûda ne. Cîgirê serokwezîr

Rakirina pêşgirtinî û sînorkirina  Ermenîstanê û Azerbeycanê bi hevra  girêdayî nînin. Cîgirê serokwezîrê Ermenistanê Mhêr Grîgoryan roja sêşemê di hevpeyvînekê de ligel TASSê ev tişt got.

“Em daxuyaniya serokên her sê welatan li Soçîyê dişopînin, ku li gorî wê lihevkirinek ji bo zêdekirina îstiqrar û ewlehiyê li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê û herwiha avakirina komîsyoneke dualî ya ji bo sînordarkirina sînorên navbera Ermenîstan û Azerbaycanê hat kirin, bi piştgiriya şêwirmendî  Federasyona Rûsyayê. Lê belê ev mijar bi tu awayî bi vekirina pêşgirtinê ya peywendiyên veguhestinê li herêmê ve girêdayî nîne”,-got Mhêr Grîgoryan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button