All NewsTop

Ombudsmanên Ermenî û Fransî behsa hovîtiya Azeriyan li dijî Ermeniyan kirin

Li Parîsê Ombudsmanê Ermenîstanê Arman Tatoyan bi hevkara xwe Ombudsmana Fransî Klêr Hênonî re hevdîtin pêk anî.

Wan astengên ku li ber parastina mafên mirovan li welatên me disekinin gotûbêj kirin.

Bi taybetî Arman Tatoyan diyar kir ku divê demildest  girtiyên ji aliyê ermenî yên li Azerbaycanê bi awayekî neqanûnî hatine girtin bên vegerandin û got ku ji ber sedemên siyasî, binpêkirina rêgezên hiqûqa navneteweyî tên girtin.

Wî her wiha amaje bi binpêkirinên giran ên mafên leşker û sivîlên Ermenistanê ji aliyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve, ji wan mijara berpirsyariya li hember îşkence û cinayetan kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button