All NewsTop

Dadgeha Neteweyên Yekbûyî Azerbaycanê mecbûr kir ku ewlekariya girtiyên ermenî yên şer bike

Dadgeha Neteweyên Yekbûyî biryara xwe ya li ser sepandina Peymana Navnetewî ya Têkbirina Cûdahiya Nijadî (Ermenistan li dijî Azerbeycanê) eşkere kir.

Dadgehê ferman da Azerbaycanê ku girtiyên ermenî yên şer ji tundî û ziyana laşî ya girtiyên din biparêze û ewlekarî û wekheviya wan li ber qanûnê misoger bike.

Dîwana Edaletê ya Navnetewî (ICJ) tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste rê li ber cudakarî û nefreta li dijî Ermeniyan bê girtin, ji aliyê karbidestên Azerbaycanê û dezgehên hikûmetê ve. Dadgehê her wiha biryar da ku li dijî dêrên Ermeniyan, cihên din ên îbadetê, abîdeyên olî û çandî rê li ber hemû nîşaneyên xirabkirinê bê girtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button