PoliticsTop

Ji aliyê Azerbaycanê ve ji çeperên ku li ser rêya Karmîr Şûka bi cih bûne gulebaran kirin

Ombudsmanê Artsaxê Gêxam Stêpanyan ragihand, aliyê Azerî ji çeperên li ser rêya Karmîr Şûka gulebaran kirin.

“2’ê kanûnê, saet di 10.30’an de, ji aliyê Azerbaycanê ve herêma Martûnîyê hate gulebaran kirin û ev gulebarana 10-15 deqeyan berdewam kir. Bi giranî çek hatin bikaranîn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin dengê guleyan li taxa niştecihbûnê hat bihîstin û guleyên çekên hatine bikaranîn di nav parkên şêniyan re derbas bûn, lê di encama gulebaranê de ti ziyanên mirovî û madî nehatine tomarkirin.

Aliyê Azerbaycanê bi binpêkirina agirbesta ku di daxuyaniya sê alî de hatiye destnîşan kirin, lihevkirinên di asteke bilind de pêk hatine, kiryarên xwe yên tawankar ên li dijî mafên gelê Artsaxê didomîne, berî her tiştî mafê jiyana xelkê sivîl, derûnî û fîzîkî binpê dike”,- daxûyanîya xwe de kivş dike Ombudsmanê Artsaxê Gêxam Stêpanyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button