All NewsPoliticsTop

Di daxuyaniya sêalî ya Soçîyê ya 26ê çiriya paşîn de jî behsa vegerandina dîlên şer û rehîneyan tê kirin. Berdevkê Wezareta Karên Derve

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Vahan Hûnanyan bersiv da pirsên çapemeniyê û diyar kir ku di daxuyaniya sêalî ya 26’ê çiriya paşîn ya li Soçîyê de gelek daxuyaniyên girîng hatin dayîn.

Yekem, bi Daxuyaniya  Soçîyê, aliyan sozdariya xwe ya sala 2020-an dubare dikin. Li ser cîbicîkirina hevgirtî û bê şert û merc hemû xalên daxuyaniya sêalî ya 9ê çiriya paşîn.

Ya dûda jî, daxuyaniya 26ê çiriya paşîn ya li Soçîyê, rêgeza vekirina hemû rêyên veguhestinê û têkiliyên aborî yên li herêmê ku di daxuyaniya 11ê kanûa paşin de hatine tomarkirin, careke din piştrast dike û tezên propagandayê yên li ser “korîdor” an jî mantiqa korîdorê careke din red dike.

Û ya sisîa jî, li gorî daxuyaniyê, lihevkirinek çêbû ku ji bo zêdekirina asta aramî û ewlehiyê li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê gavan bavêje. Û di wî warî de gava bingehîn û herî girîng jî divê cîbicîkirina gavên ku ji bo kêmkirina rageşiyê bin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button