All NewsTop

Derfetên veberhênanê li Ermenîstanê pêşkêşî karsazên Hollandî hatin kirin

Di 29ê çiriya paşîn de, Balyozê Karûbar ê Ermenîstanê li Holandayê Tîgran Balayan wek axaftvanek sereke beşdarî firavîna xebatê ya bi karsazan re bû ku ji hêla Encumena Navdewletî ya Xiristiyanan ve hatî organîze kirin.

Li gorî nûçeya Armenpressê, Balyozxaneya Ermenîstanê ya li Hollandayê da zanîn ku Balyozê Ermenîstanê Balayan dîroka têkiliyên Ermenî û Hollandayê ji karsazan re pêşkêş kir.

Serokê şirketa «Talenting Investment» Xays Vîlêm Slof ji karsazên Hollandî re behsa veberhênanên xwe yên li Ermenîstanê, bandorkeriya wan kir û wan teşwîq kir ku mînaka wî bişopînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button