Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Yêrîvanê beşdarî merasima vekirina santrala êlêktrîkê nû ya bi çerxa vapor-gazê ya hevgirtî ya bi erka 254 mêga vat bû.
Serokwezîr bi serokê şrîketa “Renko” bi Cîovannî Rûbînî re , li santralê geriyan, da ku kar û barên ku hatine kirin nas bikin.
Nêzî 270 milyon dolar ji bo projeyê hatiye razandin. 1200 karmend tevlî karê avakirinê bûn û piştî destpêkirina santralê 50 karên nû yên daîmî hatin vekirin. Di 12’ê Tîrmeha 2019’an de bi beşdariya Serokwezîr Paşînyan merasîma hîmavîtina santralê hatbu lidarxistin.