PoliticsTop

Herêmên Artsaxê ku ji Bakûyê re derbas bûne, ji bo Aliyev dibin pirsgirêkek pir giran

Di ser bidawîhatina şerê Artsaxê re salek derbas bû, lê Bakûyê nekarî herêmên ku derbasî Azerbaycanê bûne bi awayekî cidî pêş bixe. Pisporê leşkerî yê rûs Pavêl Fêlgênhaûêr di axaftina xwe ya bi NEWS.am-ê re ev tişt got.

“Tiştekî dikin, lê xelk venegeriyaye wir, pirsgirêka hebûna teqemeniyan maye. Bêguman ev ji bo Alîyêv dibe mijareke siyasî ya pir giran. Xuya ye, tê texmînkirin ku ermeniyan li cihekî xerîtên ku naxwazin bidin, hene.

Lê ez ne bawer im ku xerîtên weha berfireh hene. Li van herêman, ku bi salan tu kes xizmetê jê re nedikir, mayinên çolê dihatin hiştin. Xuya ye ku Bakû nikare wan herêman bi temamî pûç bike û ev demeke girîng e ji aliyê siyasî ve. Heta ku Azerbaycan li wan xwedî dernekeve, nikare bi awayekî cidî bi meseleya Artsaxê re mijûl bibe. Pêşî, divê herêmên din werin yekgirtin, ku Bakû ev yek pir baş nake. “,-got pisporê leşkerî yê rûs Pavêl Fêlgênhaûêr.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button