PoliticsTop

Rûsyayê pêşniyareke nû li ser sînoran kir. Paşînyan

Serokwezire Komera Ermenistane Nîkol Paşînyan di destpeka rûniştina hikumetê ya îro de diyar kir ku Wezareta Parastina Fêdêrasyona Rûsyayê ji bo merheleya amedekariye ya demarkasyone peşnûmayen nû dan.

“Ew dixwazin careke din piştrast bikin ku ev pêşniyar ji me re têne qebûl kirin,” wî got. Serokwezîr Wezîrê Parastinê yê Komera Ermenistanê Sûrên Papîkyan telîmat da ku bi hemtayê xwe yê rûs re dêtalan zelal bike. Serokwezîr got, “Em hewl bidin ku di çarçoveya pêşniyarên Fêdêrasyona Rûsyayê de pêk bînin.”

Duh di rûniştina pirs û bersivan de li Meclisa Neteweyî, Nîkol Paşînyan diyar kir ku ji Gulana 2021an vir ve Fêdêrasyona Rûsyayê sê pêşniyarên li ser dêlîmîtasyonê navberî sînorê Azerbeycanê ûErmenîstanê kirine û her sê pêşniyar jî bi rastî jî ji aliyê Rûsyayê ve hatine şandin ji  Ermenistanê ra qebûl e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button