Roja Duşemî 15ê çirya paşin, nivîskar û lêkolîner Pîr Xidir Silêman li nexweşxaneya Dihokê koça dawî kir. Pîr Xidir piraniya jiyana xwe ji bo lêkolîna dîrok û ola Êzdiyan terxan kiriye, gelek weşanên girêdayî adet û çanda gelê xwe li pey xwe hiştine.
Pîr Xidir ji bilî karê lêkolînê, perwerdekar, siyasetmedar û xebatkarê civakî bû, beşdarî konferans û sempozyûmên ku li Iraqê û derveyî Iraqê dihatin lidarxistin.