PoliticsTop

Întêgrasyona Avrasyayê yek ji pêşîneyên hukûmeta Ermenistanê ye

Întêgrasyona Avrasyayê yek ji pêşîneyên hukûmeta Ermenistanê ye. Li gor “Armenpress”e, serokwezîr Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya di destpeka civina bi serokweziren welaten endamen Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de ev tişt got.

Paşînyan ewil pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Kirgizistanê Akîlbek Japarov kir û di peywira xwe ya berpirsyar de serkeftin jê re xwest. Wî da zanîn ku Ermenistan amade ye , di pêşerojê de ji bo domandina diyalogeke avaker di navbera hikûmetên her du welatan de hewl bide.

Paşînyan got։ “Bi qebûlkirina vê rûniştinê re me hewl da ku ji bo nîqaşkirina rojevê şert û mercên herî rehet çêbikin. Ji xeynî nîqaşkirina mijarên di rojevê de, pêwendiya zindî ya heyetên me jî gelekî girîng e.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button