PoliticsTop

Di rûniştina Konseya Navdewletî ya Avrasyayê de gelek mijarên girêdayî pêşxistina hevkariyê hatin gotûbêjkirin

Li Êrîvanê bi beşdariya serokwezîr Nîkol Paşînyan, serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Mîxaîl Mîşustîn, serokwezîrê Bêlarusê Roman Golovçênko, serokwezîrê Kazakîstanê Askar Mamîn, serokwezîrê Kirgizistanê Akîlbek Japarov û serokê Lijneya Komîsyona Aborî ya Avrasyayê Mîxaîl Myasnîkovîç li Êrîvanê civîna teng a Konseya Avrasyayê ya Navdewletî hat lidarxistin.

Rayedarekî ji serokatiya ji Armenpressê re daxuyand ku serokwezîr Paşînyan ewil bi şirîkên welatên endamên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayêyê re hevdîtin kir, paşê bi merasîmekê vîdyoyê hat kişandin.

Serokwezaretiya Komera Ermenistanê da zanin ku pişti beşdaren civîne ber bi niqaşa pirsgireken rojeve ve meşiyan. Bi taybet gelek mijarên têkildarî pêşxistina hevkariyên di warên pîşesazî, çandinî û tenduristiyê yên di nava Yekîtiya Aborî ya Avrasyayêyê de hatin nîqaşkirin. Her wiha mijarên têkildarî danasîna rêziknameyên nû yên li bazarên qadên cuda, rêziknameyên gumrikê û her wiha butçeya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayêyê ya 2022’an hatin nîqaşkirin.

Li gorî çavkaniyê, civîna berfireh a Yekîtiya Aborî ya Avrasyayêyê dê di 19ê çirya paşin de were lidarxistin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button