
Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Sênata Amerîkayê Bob Mênêndês dilgiraniya xwe li ser nûçeyên ku dibêjin leşkerên ermenî di êrîşa 16ê çirya paşin ya Azerbaycanê li ser sînorê rojhilatê Ermenistanê de hatine kuştin an jî dîl hatine girtin, nîşan da. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, daxuyaniya Mênêndês li ser rûpela “Twitter” ya Komîteya Pêwendiyên Derve ya Sênata Amerîkayê hat belavkirin.
Mênêndês tekez kir ku alîkariya leşkerî ya Amerîkî ji Azerbaycanê re dibe alîkar ku kiryarên hovane yên li dijî Ermeniyên etnîkî pêk werin. Mênêndês got, “Wext e ku em wê bavêjin û bi pêş ve biçin.”