All NewsPoliticsTop

Pêvajoya Demarkkirin û veqetandina sînor berî pêş Ermenîstanêra lazime. Serokê Parlamentoyê

Di mijara pêvajoya Demarkkirin û veqetandina  de, eger derkeve holê ku divê hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji hin herêman vekişin, teqez dê vekişin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Serokê Meclisa Neteweyî Alên Sîmonyan di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan de ev tişt got, di bersiva pirsa rojnamevanî de ku li ser çi hincetan hin deverên herêma Syûnîk derbasî Azerbaycanê bûne, eger heta niha karên xêzkirin û veqetandinê nehatine kirin.

“Em di daxuyaniya Konseya Ewlekariyê de jî amaje bi wê yekê dikin ku divê pêvajoya sînordarkirin û veqetandinê dest pê bike. Divê em fêhm bikin ku tiştên îro diqewimin dê mohra xwe li her cure muzakereyan bihêle, ji ber ku çalakiyên ku îro Azerbaycan dike li gorî mantiqa daxuyaniya 9ê çirya paşin naçin. Sîmonyan bal kişand ser vê mijarê û wiha got: “Bi dengekî bilind hat gotin ‘Me ev mijar bi hemû hevkarên xwe yên navneteweyî û Federasyona Rûsyayê jî di nav de gotûbêj kiriye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button