
Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenîstanê da zanîn ku di 15ê çirya paşin saet 00:00an de li ser rêya Kapan-Çakatenê ya ku di bin kontrola Azerbaycanê de ye, wê aliyê Azerbaycanê ji bo kontrolkirina gumrikê ya sînor nuqteyeke kontrolê ava bike.
Li gorî vê yekê wê aliyê Ermenîstanê jî li ser rêya ku bi neynik hatiye nîşankirin, nuqteyên kontrolê yên sînor û gumrikê ava bikin.
Servîsa Ewlekariya Neteweyî her wiha da zanîn ku rêya alternatîf a di beşê de dê heta dawiya vê salê amade bibe.