Alîkarê Serokwezîr Mhêr Grîgoryan Nûnera Nû ya Neteweyên Yekbûyî ya li Ermenîstanê Natîa Natsvlîşvîlî qebûl kir.
Li gorî “Armenpress”ê, Hikûmeta Ermenistanê li ser vê yekê agahdar dike. Mhêr Grîgoryan û Natîa Natsvlîşvîlî her wiha li ser pêkanîna armancên geşepêdana domdar, başkirina pergala hilbijartinê li Ermenîstanê û reformên rêveberiya giştî nêrînên xwe dan hev.