PoliticsTop

Mijara “Korîdora Zengîzûrê” di 9ê çirya paşin 2020an de hat girtin. Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan îro di hevpeyvîna xwe ya ligel Pêtros Xazaryan de li ser televizyona giştî ragihand, ti rêkeftin li ser lidarxistina hevdîtina bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyêv re di 9ê çirya paşin de nîne.

Her wiha got ku mijara “Korîdora Zengîzûrê” di 9’ê çirya paşin 2020’an de hatiye girtin.

“Divê ez bibêjim ku ez eşkerekirina helwesta Federasyona Rûsyayê ya di vê mijarê de bilind dinirxînim, ji ber ku Federasyona Rûsyayê ti helwestek din di vê mijarê de negirtiye”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button