SocietyTop

“Expo 2020 Dubai”. Pavlyona Ermenîstanê di navenda balê de ye

Gelek mêvanên ji welatên cihê ku di pêşangeha cîhanî ya “EXPO 2020 DUBAI” de serdana pavilyona Ermenîstanê dikin, bi nirxên dîrokî û çandî yên Ermenîstanê, cihên geştiyariyê yên welatê me, derfetên aborî nas dikin.

Nûnerên Ermenîstanê di pêşangehê de rojane xebatên berfireh dikin ku welatê me bi gelek awayan bidin nasîn, bi nûnerên saziyên dewletê, şîrketên taybet û rêxistinên sermayeguzariyê re gelek civînan li dar dixe û bi gelek dezgehên ragihandinê re hevpeyvînan dike. Di dema xebatê de peymanên hevkariyê jî tên kirin.

Bi taybetî di 25ê  çiriya pêşin de Wezîrê Perwerdeyê yê Îmarata Erebî Huseyîn Bin Îbrahîm El Hamadî serdana pavyona Ermenîstanê kiribû, paşê der barê pavyonê de nêrînên xwe yên erênî parve kiribû. Wezîrê Îmarata Erebî di serdanê de bi rêvebira paviyona Ermenîstanê Lîlît Hakobyan re behsa hevpariyên çandî yên her du welatên dost kir û diyar kir ku ew plan dike ku di demeke nêz de serdana Ermenîstanê bike û li ser perspektîfên hevkariyê gotûbêj bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button