All NewsPoliticsTop

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê di çarçoveya erka Koma Mînskê girîng dibîne

Li gorî  cîgirê  Wezîrê Karên Derve Vahê Gêvorgyan,  di demek nêzîk de dê civînên wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê bi beşdariya hevserokên Koma Mînskê wê pêk bê Şert û mercên ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê ya Qerebaxa Çiya bi temamî bên çêkirin.

Gêvorgyan ev yek di dema gotûbêjkirina pêşnûmeya bûdceya sala 2022an de di civîna hevbeş a komîteyên daîmî yên li Meclisa Neteweyî de got, bersiva pirsa parlamentera Fraksiyona “Hayastan” Anna Grîgoryan da, ku ji bo xurtkirina xebatên Koma Mînskê çi gav hatine avêtin.

“Li gorî min encama herî mezin civîna şexsî ya Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê û hevserokên Koma Mînskê bû ku di 23-24’ê Îlonê de li New Yorkê pêk hat û piştî wê jî wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenîstanê bi beşdariya hevserokên Koma Mînskê. Piştî civînê hevserokatiyê daxuyaniyek dan û tê de soza xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Qerebaxê dubare kirin. Bi baweriya min ev di vê qonaxê de serkeftinek pir girîng e. Em ê xebatên xwe yên di vî warî de bidomînin. Ez wisa difikirim ku dê di demek nêz de hevdîtinên nû pêk werin. Vahê Gêvorgyan got, ji bo pêvajoya aştiyê bi tevahî ji nû ve dest pê bike dê şert û merc bên afirandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button