All NewsTop

Alên Sîmonyan hevraporterên Komîtêya Şopandinê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Ermenîstanê qebûl kir

Di 4’ê çirya paşin de Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan pêşwazî li Hevraporterên Komîtêya şopandinê ya Meclîsa Parlamenteran a Konsêya Ewropayê Ermenîstanê Kîmo Kîlyûnên û Borîana Abêrg kir.

Li gorî “Armênprêss”ê ji Serokatiya Daîreya Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Neteweyî Alên Sîmonyan diyar kir ku îsal 20 saliya endamtiya Ermenîstanê ya li Konsêya Ewropayê derbas dibe. Wî gelek giringî da hevkarîya bi Konsêya Ewrûpayê re û herwiha piştgirîya rêxistinê ji bo pêvajoya rêformên dêmokratîk li welatê me. Di vê çarçoveyê de xebatên Hevserokên Komîtêya Şopandinê bilind hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de li ser pêwîstiya ji nû ve destpêkirina pêvajoya muzakereyê ya di çarçoveya Hevserokatiya Koma Mînskê de hat axaftin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button