EconomicsPoliticsTop

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê û Serokê Mîsyona SPNê li Ermenîstanê rojeva hevkariyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê û Serokê Mîsyona SPNê li Ermenîstanê rojeva hevkariyê gotûbêj kirin.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan 3ê çirya paşin pêşwaziya Serokê Mîsyona Sindoqa Pere ya Navneteweyî ya li Ermenîstanê Natan Portêr  kir. Di civînê de Nûnerê SPN’ê yê Ermenîstanê Mehdî Raîsî jî amade bû.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Hikûmeta Komara Ermenîstanê li ser vê yekê agahdar dike, bi hûrgulî ku serokwezîr hevkariya Hikûmeta Ermenistanê û Banka Navendî ya bi Sindoqa Pereyan a Navneteweyî re bilind nirxand.

Bernameyên armanca “Hevkariya bi SPN” re, bi taybetî di heyama piştî şer de, potansiyela xwe nîşan dan û beşdarî domandina aramiya makroaborî li Ermenîstanê bûn. Nîkol Paşînyan tekez kir, “Em amade ne ku bi heman ruhî hevkariyê bidomînin, em amade ne ku li ser çalakiyên din ên hevbeş gotûbêj bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button