PoliticsTop

Azerî bûne sebeb ku gundên Ermenîstanê av tune ye

Ji ber hebûna azeriyan li ser xaka Ermenîstanê ya li herêma Gêxarkûnîkê, li hin gundan qet av nemaye. Parêzvanê Mafên Mirovan yê Ermenîstanê Arman Tatoyan di civîna 3’ê çirya paşin ya bi rojnamevanan re ev tişt got.

Li gorî wî, ev yek encama kiryarên sûcdar ên aliyê Azerbaycanê ye. “Hebûna hêzên çekdar ên Azerbaycanê li nav axa Ermenistanê binpêkirina mafê jiyana mirovan e.”

Tatoyan gelek rastiyên ku di raporê de cih girtine anîn ziman. “Mergên niştecihên Nêrkîn Xindzorêskê bi temamî di bin kontrola Azerbaycanê de ne. Di şert û mercên wiha de mirov nikare bi çandiniyê re mijûl bibe. Li gundê Davît Bêk jî rewş wiha ye. Heta niha jî zerar li baxçeyan hatiye kirin. Kî dê zirarên hevwelatiyên me tazmînatê bide?”,-ani ser ziman Arman Tatoyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button