PoliticsTop

Papa Fransîskos Sargsyanê sedir bi ordêna K’örsîya Dêye herebilind r’ewakirîye

Armên Sargsyan seva emekê mezinî nav þöxölê pêþdabirina eleqetaye navbera Ermenîstanê û K’örsîya Dêda, lê isa jî çawa sefîreyê CE-êyî pêþinî Vatîkanêda layîqî wê xelatê bûye. Derheqa vê yekêda fermandarîya sedrê CE e’lamdike.

“Papayê Hr’omê  wek’îltî daye min ez r’ewa Vatîkanêye herebilind t’esmîlî Tekim,- dewsgirtîyê k’atvê K’örsîya Pîrozî dîwanî, ê kö bi serdana r’esmî Ermenîstanêdaye, gotîye.- Eva þe’detîypa eleqetê xweþivête navbera herdö welatê meda mewcûde. R’ewanêda bi vekirina qasidîya R’esûltîyê- em dixwezin eleqetê derecebilind erêkin û ferztîya miletê xaçp’arêzî e’wilî nav t’arîxê seva xwe bidine xanê”.

K’ivþbûye, wekî Sargsyanê sedir ê pêþine Ermenîstanêda û ê t’ek t’enê neh’îyêda, ê kö layîqî ordêna K’örsîya Pîroze herebilind dive. Bi hörmeta mezin h’esavkirina stendina wê xelata bilind- Sargsyanê sedir cöda gotî daye k’ivþê: “Ez ewê qebûldikim çawa qîmetê xevata mine milûk, lê isa jî çawa naskirina wê delîlê, wekî K’örsîya Pîrozda ez sefîreyê Ermenîstanêyî pêþinbûme. Ez miqîm  boy eleqetê meh’keme navbera Ermenîstanê û Vatîkanêda xevitîme.  A lema ez evê qebûldikim- bi sozdayîna, wekî ezê ya diha zêde bikim”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button