All NewsTop

De’wêd teze yêd derheqa hindakirin û kuştinêd girtîyêd şer yê ermenîda pêşkêşî Mehkema heqêd merivan ya Ewropayê hatin kirin.

Merkeza (navenda) Hiqûqê ya Ermeniyan ya ji bo Edalet û Heqêd Merivan (ALC) ku navenda wê li Washingtonê ye, îlan kir ku 16 dozêd nû yêd li ser “hindakirina bi destê zorê” girtiyêd ermenî yêd şer pêşkêşî Mehkema Heqêd Merivan ya Ewropayê kirine. A’lemetî ji aliyê ofîsa merkezî ya Federasyona Rêvolusyonêrêd Ermenî Byûroya Mehkema Ermenîva tê dayîn.

Anegorî hiqûqa navdewletî, “hindakirina bi destê zorê” sûcekî şere; Van de’w û dozêd teze yêd ku ji aliyê EMM ve hatine destpêkirin, DMME dihêle wekî Azerbaycanê neçar bike ku ne tenê hindakirina van kesan, lê her usa jî de’w û dozên h’ucûmêd berfireh yêd Azerbaycanê li ser merivêd sivîl jî lêkolîn bike.

Armanca van kirinêd hiqûqî ewe wekî tekez bikin ku Azerbaycanê zanyariyên derheqa wan kesanda hene, heta niha jî girtîbûna wan nasnekiriye, ev a’lemetî negihandiye malbatên girtîyêd şer.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button