Çalakiya DigiWeek 2021 dê ji 27ê cotmehê heta 3yê mijdarê cara ewil li Ermenistanê bê lidarxistin. DigiWeek 2021 dê pisporên teknolojiyê yên pêşeng û siyasetmedarên ji çaraliyê cîhanê bîne cem hev ji bo nîqaşkirina derfetên veberhênanê û pêşveçûna teknolojiyê.
Di nava hefteyekê de di warê teknolojiyê de rêze çalakî bi rojeveke tije pêk tên. DigiWeek 2021 bi hevkariya Wezareta Pîşesaziya Teknolojiya Bilind a Yekîtiya Pargîdaniyên Teknolojiya Pêşkeftî re tê pêkanîn.