
Serokê Giştî yê Pargîdaniya Enerjiya Atomê; “Rosatom” a Dewleta Rûsyayê Alêksêy Lîxaçov wê di serê meha mijdarê de serdana Ermenîstanê bike.
Sekreterê çapameniyê yê Wezîrê Karûbarê Binesazîya Komera Ermenistanê, Sona Harûtyûnyan ev yek bi “Armenpress” re got. Li gor Harûtyûnyan, di rojeva serdana serokê Rosatomê de mijarên girêdayî ducarî dirêjkirina santrala atomî ya Ermenistanê û avakirina santrala atomî ya nû hene.