CultureTop

Arxîtêktorê Ûr’isêtê: Gele heykelê Arsaxêye biîranînê niha bin qezîya t’önekirinêdanin

Derheqa vê yekêda R’ewanêda wexta r’asthatina t’ev r’ojne’mevana Andrêy Îvanovê arxîtêktorê Ûr’isêtê gotîye, ê kö t’ev konfêransa “Xweykirina mîrat’a t’arîxmedenyetî çawa mecala cotxeverdana k’ardare navbera dewljetada”-ye ort’emiletîyê dibû.

Konfêrans, bi gilîyê wî, ij goþê wergirtina göhdarîêye nisbetî heykelê Arsaxêye bîranînê ferze.

“Berê e’wil, gere ij þirovekirina wan pirsgirêkaye ort’emiletîyêye berfire destpêkin. Pêþtirî wê, serwêrtîyê Ermenîstanêye dîwanî wê pirsê t’emamîya dika’da gere bilindkin. Miqatbûna ort’emiletîyê lazime. Gere derheqa wê yekêda xeverdin, wekî h’al çetine, carna h’etta ê krîtîkîyê, çawa Þûþîyêda”,- ewî daye k’ivþê.

Îvanov derheqa r’êwîtîya meha îsaline tîrmehêye li Arsaxêda xeverdaye, k’îderê çendekî derbazkirîye.

“Wira t’ebyeta k’awe, Stêp’anakêrt þeherê xweþe. Ew diha xweþbûye, ne kö 10 sala pêþdabû. Þeher pey wêrankirinê wexta þer’ê xilazîyêr’a hatîye dasekinandinê. Pêþer’ojêda ez hazirim Arsaxêda bi lêk’olînkirina mijûlvim, h’erke vexwendina angor heve”,- ewî gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button