
Duh, Serokwezîrê Komera Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî.
Serokwezîr Nîkol Paşînyan rojbûna Serokê Federasyona Rûsyayê Pûtîn pîroz kir û ji bo bicihanîna hemû bername û armancên di posta bilind a serokê dewletê de jê re tenduristî û enerjiyek bêdawî xwest.
Serokwezîr Paşînyan tekez kir ku Ermenistan, gelê Ermenî, hewildanên Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, rola wî ya bêkêmasî di parastina aramîya li herêmê de bilind dinirxîne, û spasdariya xwe ji bo baldarîya ku daye welatê me.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji ber pîrozbahiya germ spasiya Serokwezîrê Ermenîstanê kir û anî ziman ku Rûsya girîngiyeke mezin dide hevkariya nêz a bi Ermenîstanê re, ku hevalbendekî stratejîk e.