All NewsPoliticsTop

Nîkol Paşînyan bi Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî

Duh, Serokwezîrê Komera Ermenîstanê  Nîkol Paşînyan bi Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan rojbûna Serokê Federasyona Rûsyayê Pûtîn pîroz kir û ji bo bicihanîna hemû bername û armancên di posta bilind a serokê dewletê de jê re tenduristî û enerjiyek bêdawî xwest.

Serokwezîr Paşînyan tekez kir ku Ermenistan, gelê Ermenî, hewildanên Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, rola wî ya bêkêmasî di parastina aramîya li herêmê de bilind dinirxîne, û spasdariya xwe ji bo baldarîya ku daye welatê me.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji ber pîrozbahiya germ spasiya Serokwezîrê Ermenîstanê kir û anî ziman ku Rûsya girîngiyeke mezin dide hevkariya nêz a bi Ermenîstanê re, ku hevalbendekî stratejîk e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button