Çareseriya dawîn, berfireh û mayînde ya şerê Qerebaxê divê li ser esasên naskirî yên ku ji hêla Hevserokên Koma Mînskê ve têne piştgirî kirin be. Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan ev yek di 4ê cotmehê de di dema brîfînga hevpar de piştî hevdîtina bi Serokwezîra Lîtvanya Îngrida Şîmontê re got.
“Em pozîsyona hevseng û çêker a Lîtvanya di derbarê pevçûnê Qerebaxê de bilind dinirxînin,” ,-serokwezîr go.
Paşînyan tekez kir ku hukûmetê wezîfeyek wergirtiye ku serdema pêşkeftina aşitiyane ji herêmê re veke.
“Em armanc dikin ku li herêma xwe bigihîjin vê armanca sereke bi diyalogê û derbaskirina atmosfêra dijminatiyê՛,- gotnê xwe dawî kir serokwezîr.