Derheqa vê yekêda ewî belgê xweyî fêysbûk’îyêda nivîsîye.
“Sedrê Adrbêcanê 20 û 28-ê meha sala 2021-êye gölanê bi k’êlma pêþda hatîye, k’îjan þe’detîya ermenînefretkirinê û sîasîya dijmintayêne.
Ew p’arê k’êlma hatne cödakirinê, û min bi ne’mê r’esmî sedrê T’BHA-êyî e’melda û h’emsedrê k’oma T’BHA Mînskêr’a þandine.
Ew komîtêa T’MY-ye hilanîna varvêþîya r’asayê, encomana þêwra Avropaêye miqabilî r’asîzmê û neberbihêrîyê, qasidê T’MY û ÞA-êye heqê mêriv û meqametê ort’emiletîyêr’a hatne þandinê.
Îcar gilî derheqa-
1.E’ne’nekirina bi t’ênma “Qafqasîya Ce’nûbê: pêþdaçûyîna neh’îyê û mecalê hevk’arîê”-ye merk’eza ser navê Nîzamî Gencêvîye t’eþkîlkirî (20-ê meha sala 2021-êye gölanê),
2.Ag’damêda r’asthatina t’ev meqametê xweserwêrîkirina cîdaye
(28-ê meha sala 2021-êye gölanê).
Bi p’arê k’êlmaye k’ivþbûyî sedrê Adrbêcanê bi zimanê qewatê û gefxwerinê xeverdide, pêkanîn û xeverê isa dide xevatê, bi k’îjana pey merem dik’eve qedrê t’emamîya cime’ta ermenîya, r’ûmeta t’emamîya binelîyê Ermenîstanê û Arsaxêk’eve,
civaka ermenîda e’ynatê pêþda bîne. Ew xever bi xeysetê xwe ê tirsk’arîyêne. Wan k’êlmada çêtirî-imt’îyazê cime’ta adrbêcanîye nisbetî cime’ta ermenîya bi h’îmê her t’enê arizîtîya ÿt’nîk binxetdivin. Meremê vê monît’orînga piþtovanê Ermenîstanêyî HM-e sîasîya derge-dîwanê adrbêcanîyî xeysetê k’omköjîyê bidine k’ivþê, k’îjan jî hima k’etîye li h’îmê t’er’ibandinê heqê mêrive h’iþk, nav wê hejmarê- zalimtiya, e’dlayê û bêqezîabûnê dike bin qezîyayê”,- belgê PHM-î fêysbûk’îêda hatîye nivîsarê.