
28-ê meha gölanê Ermenîstan e’yda cimhöryeta pêþin k’ivþdike. 28-ê meha sala 1918-aye gölanê þêwra Ermenîstanêye miletîyê derheqa e’frandina CE-êye serbestda e’lamkir.
R’oja cimhöryeta r’esmî sala 1992-ada k’ivþdive. Ew r’emza dewleta ermenîyaye daxöliqandinêye. Qölixçîyê Ermenîstanêye derecebilind, wek’îlê qewatê sîasîyê û ê din wê r’ojê e’detî diçne Serdiravê.
Bi paþdaveger’andina ser t’arîxê- em bidine k’ivþê, 26-ê meha gölanê Serdiravêda bi alt’kirina ordîya t’irka, e’skerê ermenî karibûn dak’ötana t’irkîye li Piþqafqasîyayê r’awestînin û Ermenîstanê ij t’önekirina t’am xilazkin. 28-ê meha sala 1918-aye gölanê T’ilbîsêda hindava “þêwra ermenîye miletîyêda” cimhöryeta Ermenî e’lambû.
CE serîbinî dö sala ma- h’etanî 2-ê meha sala 1920-îye k’anûna pêþin, çaxê p’are’skerê Ordîya sore 11-a k’etne R’ewanê û cimhöryet hate sovêtkirinê.
Ser h’îmê cimhöryejta Ermenîstanêye pêþin paþê ew pêþert t’eþkîlbûn, k’îjana sala 1991-ê Ermenstanêr’a serbestîya t’eze û alt’indarîyê t’eze anîn.