Culture

”Min bîrnekî”: kovara brîtanî fîlma derheqa medenyeta ermenîda t’emsîlkirîye

Fîlmêda serhatîya keç’a cahila e’slê xweda ermenî t’emsîlbûîye, ya kö gilîdike, k’a çi h’esîn malêda xöliqîye, li k’ö dö medenyetê baþqe-bapþqe h’ökömdikin.

Kovara brîtanîye “Nownêss”-ê vîdêobanda ç’ûk ij fîlma “Min bîrnekî” t’emsîlî peyr’evê xwe kirîye, wekî p’êþk’êþî medenyeta ermenî bûîye. “Dîna xwe bidne vê r’eqasê- çawa girtina qedrê medenyet û xwexwetîya ermenî”,- vîdêobanda belgê kovarêda belabûyî Înst’agramêda wa t’emsîldive. E’frandarê nivîsarê bi hinartina xweyk’ara ver’êdikne berva malp’er’a xwe, li k’ö t’emamîya þaxê fîlmê belabûyîye. Kadrada Alîn Dêrdêryana xorêograf bin sewtê meyêda dilîze û serhatîye xwe t’emsîldike.

Diya Dêrdêryanê firansize, bav- ermenî. Keç’ik gilîdike, k’a çi h’esavdive malekêda r’û din’ek’evin, li k’ö dê-bav wek’îlê medenyetê baþqe-baþqene, û çi h’esîne- t’imê derheqa qeda-belada bibihên, k’îjanava merivê teye omid mecbûrbûne derbazvin.

“Ermenîbûyîn pirsa medenyetê yan wet’enh’izîyê nîne. Ermenîvî- h’esavdive t’arîxê wergirî, k’îjan hila hê seranser nehatîye gilîkirinê”,- keç’ik divêje.

Em bidne k’ivþê, wekî Dêrdêryan doktora fîlosofîyayêye, dîwanbêjî-t’êza wî p’êþk’êþî pirsê xorêogrfîyayêye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button