Society

Fir’egeha Stêp’anakêrtê seva xevtandinê hazir’, lê…

Dora pirsa xevtandina fir’egeha Stêp’anakêrtê Vîtalî Balasanyanê k’atvê þêwra Arsaxêye bêqezîabûnê t’ev Spûtnîk Armênîayê qisekirîye

Fir’egeha Stêp’nakêrtê havzire, lê derheqa xevtandinêda qirar hila hê nehatîye derxistinê. V. Balasanyanê k’atvê þêwra Arsaxêye bêqezîabûnê e’lamî “Spûtnîk Armênîayê” kirin.

“Fir’egeha Stêp’anakêrtê niha bi têxnîkî r’azîbûîye û seva xevtandinê hazire. Hevr’axeverdana qewatê Ûr’isêtêye e’dlayîp’arêz dimeþînin. Meremê safî tê danînê, wekî barê merivdostîyê fir’egeha Stêp’anakêrtêda daynin”,- Balasanyan got.

Derheqa xevtandinêda qirar hila hê nehatîye derxistinê.

Sirîyaî xweda Davît’ Babayanê wezîrê Arsaxêyî K’D gote Spûtnîk Armênîayê, wekî xevtandina fir’egehê dimîne pirseke sereke.

“Ez difikirim, wekî wê yekêr’a we’de lazime”,- Babayan da k’ivþê.

Wezîr înk’arnake, wekî pêþer’ojêda wê îht’îmalve fir’egehê seva fir’înê siyarbir bidine xevatê, lê “wî t’erefîda gere bixevtin”.

Em bînne bîr, xilazîya sala 2020-î salix derheqa wê yekêda belabibûn, wekî fir’egeha Stêp’anakêrtê zûtirekê wê destpêbike bixevte.

Em bidine k’ivþê, wekî fir’egeha Stêp’anakêrtê idî t’ecdîdbibû û hazirbû sala 2012-a fir’inda qebûlke. Lê dest e’k’sît’esîra Bek’ûyê ew yek nebû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button